Cîhan
Çeteya Gran Grif bi ser malan de girt: Herî kêm 20 kustî, 50 birîndar
PeyamaKurd – Li welatê Haîtiyê çeteyeke bajêr a bi navê Gran Grif, li bajaroka Pont-Sondé ya herêma Artibonite ku 71 kîlometre nêzî paytext Port-au-Prince ye, bi ser malan de girt.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de jin û zarok di nav de herî kêm 20 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku piştî êrîşê xelkê bajarokê terka malên xwe dane.
Çeteya Gran Grif ku bi komkujiyên xwe tê naskirin, sala 2023yan jî li nêzî devera Port-Sondé êrîşê qereqolekê kiribûn û 6 polîs kuştibûn.