TR KU SO
FB X
Cîhan

CHP: Di jimartina nû de encama Stenbolê pir neguherî

📅 04 nîsan 2019 16:54

PeyamaKurd - Berdevkê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Faik Oztrak dîyar kir ku li sê bajarokên Stenbolê jimartina dengan a  ji nû ve bi dawî bûye û di encaman de guhertineke mezin tune ye.

Faik Oztrak got ku ‘”daxwaza îtîrazê li ser encaman mafek e” û dîyar kir ku divê ew maf li gor hiqûqê were pêkanîn.

Li Stenbolê li gor encamên nefermî yên hilbijartinê namzedê  CHPê Ekrem Îmamoglu ser ketibû û Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) îtîrazî encaman kiribû.  Li ser îtîraza AKPê li 18 bajarokên Stenbolê deng ji nû ve têne jmartin.

Parve bike: