TR KU SO
FB X
Cîhan

Cîgirê mudirê dibistanê ji balkonê de ket û li nexweşxanê can da

📅 21 sibat 2026 19:35

PeyamaKurd – Li bajarê Ordu li navça Fatasa ya li peravên Derya Reş, cîgirê mudirê dibistana navendî yê İslamdağê Emrah Uflaz ji balkona mala xwe de ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê lêpirsîn tê kirin.

Bûyer li taxa Evkafê çêbû. Cîgirê mudir yê bi navê Emrah Uflaz (42), ji balkona mala xwe de ket. Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê dema çûn ciyê bûyerê, ew birin nexweşxanê lê mamoste li nexweşxanê can da.

Emrah Uflaz zewicandî bû û 2 zarokên wî hebûn.

Parve bike: