TR KU SO
FB X
Cîhan

“Cih û dema hevdîtina Trump û Rûhanî diyar bû!”

📅 05 tebax 2018 02:22

PeyamaKurd - Rojnameyeke Îsraîlî cih û dema hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî eşkere kir.

Li gor agahiyên nûçeya rojnameya Mearîf a Îsraîlî, ku dispêre jêderek dîplomat eşkere kir ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di çarçoveya civînên NYê de meha bê dê hevdîtinekê pêkbînin.

Rojnameyê da zanîn ku, bo pêkanîna vê hevdîtinê dîplomatên Almanî û Fransî danûstandinên ne fermî bi Trump û Rûhanî re dikin.

Herwiha malpera Dîbka da zanîn ku, tevî Tehran cîvîna li gel Trump re red dike lê Trump dixwaze hevdîtinê bike.

Berî niha Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ,ku ew amade ye bê merc li gel serokê Îranê Hesen Rûhanî re bicive.

Parve bike: