TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn û Rûsya ji bo Konseya Mafên Mirovan a NY hatin hilbijartin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2021 04:44

PeyamaKurd – Welatên Çîn û Rûsyayê ku ji bo Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hatin hilbijartin, 1ê Çileyê 2021ê dest bi kar kirin ku wê sê salan berdewam bike.

Herdu welatên Çîn û Rûsya bi binpêkirinên mafên mirovan têne zanîn ku ligel wê jî sala borî 15ê Cotmehê, di nav 15 welatên Konseya Mafên Mirovan de cî girtibûn.

Di dengdana Civata Giştî ya NY de, Çîn û Rûsya jî di nav 47 endamên Konseya Mafên Mirovan a Cenevreyê de cih girtin ku welatên wekî; Fransa, Brîtanya, Pakistan, Ozbekistan, Nepal, Senegal, Beravên Diranê Fîlêi, Malawî, Gabon, Ukrayna, Meksika, Bolivya û Kuba jî tê de ne.

Rêveberê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Louis Charbonneau, li ser hilbijartina Çîn û Rûsyayê bo konseyê ragihand ku heq nakin û ji bo Erebistana Siûdî ku nehatiye hilbijartin jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Parve bike: