TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê bersiva cezayên Amerîkayê da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2020 22:52

PeyamaKurd - Komara Çînê bersiv da sizayên Amerîkayê yên bi sedema herêma Sîncanê li ser wan hatibûn sepandin.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê, Hwa Çun Ying ragihand, di bersiva wan sizayên Amerîkayê yên bi ser berpirs û qewareyên Çînê hatine sepandin de, wan jî cezayên hevşêwe bi ser hejmarek kesayetî û qewareyên Amerîkayê de sepandine.

Amerîkayê bi sedema kiryarên li dijî Uygurên Misilmanên li Çînê, li ser çend berpirsên Çînê bi tohmeta binpêkirina mafên mirovan siza sepandibûn.

Berpirsên ku rastî cezayên Amerîkayê hatine jî payebilindên dezgehên ewlekariyê yên Herêma Sincan a Çînê ne ku ew herêmeke Otonom e.

Parve bike: