TR KU SO
FB X
Cîhan

CNN | Ji HSDê daxuyaniya Bexdadî

Salih Turan
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2019 17:16

PeyamaKurd – Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser îdiayên destgîrkirina Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî ji CNNê re ragihand ku ew nûçe nerast in.

Fermandarê Dêrazorê yê HSDê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji CNN Internationalê re derbarê îdiayên medya Amerîkî û herêmî de got, Bexdadî nehatiye desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin ku HSD û hevpeymaniya navdewletî li bajarokeke Dêrazorê terorîstên DAIŞê dorpêç kirine û ji bo teslîmbûna wan hevdîtinan dikin.

Hêjayî gotinê ye, DAIŞ niha tenê li gundewarê bajaroka Bagozê ya Dêrazorê tenê maye û li li hemberî wan Rojavayê Firatê jî hêzên Esed hene.

Parve bike: