TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Cezayê ya Navdewletî fermana destgîrkirina Netanyahû û Gallant da

İlyas batu
Edîtor
📅 21 mijdar 2024 18:30

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navdewletî fermana destgîrkirina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê berê yê Parastinê Yoav Gallant da.

Dadgehê diyar kir ku “hincetên maqûl hene ku bawer bikin ku Netanyahu û Gallant çavdêriya êrîşên li ser gelê sivîl kirine.”

Dadgehê her wiha biryara destgîrkirina Muhammed Deîf, serokê baskê çekdarî yê Hemasê, Tugayên Îzzeddîn el-Qassam da.

Netanyahu 5ê mijdarê Gallant ji erkê wî bi dûr xistibû.

Parve bike: