Dadgeha Iraqê biryara desteserkirina Trump derxist!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Dadwerî ya Iraqê, bi sedema ku fermana kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Îranê Qasim Suleymanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis dabû, biryara desteserkirina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump der kir.
Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan, di merasîma salvegera kuştina Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Suleymanî de ragihand, dadgehê derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump fermana desteserkirin derxistiye bi sedema ku fermana kuştina Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Sueymanî daye.
Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê diyar kir, desthilata dadweriyê ji bo pêkanîna rêkarên yasayî li hember her kesekî ku di kuştina wan de beşdar bûne texsîr nake.
Hêjayî gotinê ye, 3yê Çileya 2020an li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis, ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatibûn kuştin. Rêveberiya Îranê jî fermana hilanîna tola Suleymanî derxistibû ku ji bo serê Trump jî xelata pere danîbû.