TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha leskerî biryara dardekirina general Hafter da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 mijdar 2021 02:32

PeyamaKurd – Li Lîbyayê dadgeha leşkerî ya li bajarê Misratayê, bi sedema di sala 2019 an de hêzên Hafter bi balafiran êrîşê ser koleja hêzên hewayî yê bajarê Misratayê kiribûn, biryara dardekirina Xelîfe Hafter da.

Ragihandin ji aliyê baregeha serdozgeriya bajarê Misratayê de hat kirin. Li gor ragihandinê; Xalife Hafter û serokerkanê wî Abdurrezzak en-Nazuri, fermandarê hêzên hewayî Şakr el-Cerûşi û Tuxgeneral Abdusselam el-Hasi bi cezayê dardekirinê hatin cezakirin.

Dadgeh, hem Hafter û  hevalên wî ji leşkeriyê îxrac kir û wan ji temamê mafên sîvîl bêpar kir.

Parve bike: