Cîhan
Dadgeha Yekîtiya Awrûpayê parlementeriya Katalanan red kir
PeyamaKurd- Dadgeha Giştî ya Yekîtiya Awrûpayê daxwaza bûyîna parlementerên Awrûpa ya serokê hukumeta Katalanyayê ya Carles Puigdemont û parlementerê berê yê hukumeta Katalanya ya Otonom ya Antoni Comin red kir.
Berê, li ser referandûma serxwebûna Katalanyayê her dû yên navborî reviyabûn Belçîkayê û hukumeta Îspanyayê nikaribû wan bînew elat da bike zîndanê û wan firar kiribû da neyên Îspanyayê.
Her dû lîderên Katalan di 26 ê adarê de tevlî hilbijartina parelemnetoya Awrûpayê bûn û qezenckirin lê bi sedema ku dewleta Îspanyayê navên wan nexistin nava lîsteya parlementeran û nedan Parlementoya Awrûpayê bû sedem ku dadgeha giştî ya Awrûpayê jî redda wan kir.