TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgerê darizandina Sedam Husên can da

Leyla Denli
Nivîskar
📅 03 nîsan 2021 13:29

PeyamaKurd – Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî ji ber vîrusa Koronayê can da.

Li gor zanyariyên, vê sibehê rewşa tendirustiyê ya Dadger Mihemed Ureybî bi tevahî têk çûye û pişt re, ji ber giraniya nexweşiya Koronayê, can daye.

Mihemed Ureybî di sala 1969an de li Bexdayê jidayik bûye, di sala 1987an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê xwendiye û di sala 1992an de, perwedehiya zanîngehê qedandiye.

Di sala 2000an de, li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bûye dadger û di sala 2004an de, Serokê Rejîma Beisê ya rûxandî Sedam Husên, ji ber tawanên wî yên Enfal û kîmyabarana Helebceyê, darizand.

Parve bike: