Cîhan
DAISê êrîsî hêzên Iraqî kir: 1 kustî, 2 birîndar
PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê li gundekî bajarokê Daqûqê yê Başûrê Kurdistanê êrîşî hêzên Iraqî kirin û herî kêm leşkerekî iraqî hat kuştin.
Qeymeqamê bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, Luwîs Xizir ragihandiye ku şeva borî li gundê Şa yê Daqûqê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî kirine û di wê êrîşê de leşkerekî Iraqî hatiye kuştin û du jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê yekîneyeke artêşa Iraqê gihîştiye cihê şer û êrîş bi temamî hatiye şikandin.