TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê li dijî hêzên Sûriyeyê çar êris pêk anî: 9 kustî 5 birîndar

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 sibat 2024 20:04

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku êvara Sêşemê li Çola Sûriyeyê, di du êrîşên cuda yên DAIŞê de 8 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin û herî kêm 5 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya North Pressê ya spartiye jêderekî ji hêzên artêşa rejîmê DAIŞê, li navçeya El-Suxne yê rojhelatê bajarê Humsê, êrişî sê navendên polês û xaleke kontrolê ya artêşê kir. El-Suxne kirin. rojhilatê bajarê Humsê li biyabana Sûriyê.

Jêderên North Pressê ragihandine ku di encama êrişa DAIŞê de 7 leşkerên artêşa rejîmê hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha li gorî nûçeyê polêsekî girêdayî rejîma Sûriyeyê jî di êrişeke din a DAIŞê ya li dijî navendeke polêsan a li gundê El-Mesrab ê li rojavayê Dêrezorê hatiye kuştin.

Parve bike: