TR KU SO
FB X
Cîhan

DAIŞê berpirsiya xwe bo êrîşên dijî artêşa Sûriyê ragihand

📅 22 sibat 2026 14:06

PeyamaKurd- Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiyariya xwe ya êrîşên li dijî hin endamên artêşa Sûriyê ragihand.

Di daxuyaniyeke DAIŞê de hatiye gotin, wan endamekî artêşa Sûriyê li bajarê Meyadîn ê Dêra Zorê armanc kir, herwiha 2 endamên din jî li bajarê Reqayê armanc kirin.

Li aliyê din Berdevkê rêxistina DAIŞê Ebû Huzeyfe El-Ensarî piştî du salan peyameke dengî belav kiriye û tê de dibêje, qonaxeke din a operasyonan li Sûriyê dest pê kiriye û Serokê Sûriyê Ehmed Şera weke kafir û piştevanê Hevpeymaniya Cîhanî ya Amerîka û Tirkiyê binav kiriye.

Wezareta Berevaniya Sûriyê jî ragihandiye, li gundê El-Wasta yê gundewarê Reqayê endamekî artêşa Sûriyê rastî êrîşekê hat û di encamê de hate kuştin û diyar kir ku sivîlek jî li gel hatiye kuştin.

Wezaretê tu hûrgiliyên din belav nekirine û bi tenê gotiye kesênnenas ew êrîş kirine.

Parve bike: