Cîhan
Daxwaza zîndanîkirina 30 xwendevanan hat xwestin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li Zanko ya Boğaziçi bi sedema posterê Kabê di pêşengehê de ketibû erdê, 2 xwendevan hatibûn zîndanîkirin û li ser vê bûyerê xwendevan xwepêşandanên mezin kiribûn. Di xwepêşandanan de hêzên asayîşê 159 xwendevanan binçav kiribûn û ji wan 51 xwendevanan piştî îfadeyên li asayîşê birin Edliyê bo îfadeyan. Dozger ji 51 xwendevanan daxwaza zîndanîkirina 30 xwendevanan ji dadgerê nobedar kir.
Ji bilî 30 kesan dozger bo 12 xwendevanan mayîna li malê-kontrola edlî û bo 9 kesan qedexeya derketina derveyê welat ji dadgerê nobedar xwest. Niha biryar li ser dadgerê nobedar maye.