TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Biryara DMME bire Reveberîya Mezin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 sibat 2019 20:00

PeyamaKurd- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 20’ê mijdara sala 2018’an a der barê wî û xalên dijber a biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME’yê. Demîrtaş, di serlêdanê de ya ku bi rêya parêzerên xwe kirî de hem xwest ku dîsa li xalên dijber binirxînin û hem jî xwest ku têkilî ku Tirkiye biryarê bi cih bîne, hukim bide.

Parêzerên Demîrtaş têkilî serlêdanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Daîreyan Duyemîn a DMME’yê di biryara xwe ya têkildarî serlêdana Selahattîn Demîrtaş ragihandibû ku bi biryara girtinê ya der barê serlêder re, xalên 5 (3), 5 (3) û xala 3’yemîn a Protokolên 18 û 1’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.

Daxuyanî wiha dom kir: “DMME’yê piştî ku biryara der barê Demîrtaş li hiqûqa navxwe nayê bicihanîn, bi îdiaya têkilî şîrovekirina PMME’yê û bicihanîna wê bi kêmanî 5 pirsgirêkên sereke yên giran û giştî bi xwe re anîne, bi daxwaza ku Rêveberiya Mezin li biryarê binihêre, di 19’ê sibata sala 2019’an de serî li Rêveberiya Mezin daye.”

Parve bike: