Dengdana li derve bi dawî bû
PeyamaKurd – Dengdana li nûnertiyên derveyê welat ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê ku dê di 28ê Gulanê de li Tirkiyê bê kirin, bi dawî bû.
Her çend dema dengdanê ji 12 rojan dakete 5 rojan, lê rêjeya beşdarbûnê û hejmara dengan rekorên hemû deman şikand. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku heta saet 20.00an hejmara hilbijêrên ku li dervayê welêt rayên xwe dane milyonek û 856 hezar û 968 e.
Dengdana li gumrikê wê heta 28ê Gulanê berdewam bike.
Dengdana li derveyî welat di tûra yekemîn a hilbijartinê de di 28ê Nîsanê de dest pê kir û di 9'ê Gulanê de bi dawî bû.
Li gorî encamên dawî yên YSKê, di tûra yekemîn de 12 rojan bi giştî milyonek û 691 hezar û 287 hilbijêr çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Van hilbijêran 1 milyon û 676 hezar û 268 dengên derbasdar dane. Hejmara dengên nederbasdar tenê bû 15 hezar û 19. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên li derve ji sedî 49,40 hat ragihandin.
Deng dê biçin Tirkiyeyê. Piştî ku sindoq di 28ê Gulanê de bi dawî bibin wê hejmartina dengan destpê bike.