Denmark: Îran, Çîn û Rûsya li welatê me karê sîxurtiyê dikin!
PeyamaKurd - Berpirsên Daenmarkê her sêwelatên Çîn, Rûsya û Îranê bi sîxurtiya nav welatê wan tawanbar kirin.
Li gorî ragihandina jansa Reutersê berpirsên ewlehiya Denmarkê dane xuyakirin, torên îstixbarata welatên biyanî û bi taybet Çîn, Rûsya û Îran ketine nav hewldanan daku pêwendiyê digel xwendekar, deshilatdaran û şirketan çêbikin ji bo zaniyariyên zanistî û lêkolînên ewlehiya Danmarkê bidest bixin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku gefa sîxuriyê ji aliyê hinek welatan di nava Denmarkê de zêde bûye û bi taybet li herêma cemsera bakûr ku welatên bihêz ên cîhanê li wir hatin û çûyînê dikin.
Di daxûyaniya dezgeha ewlehî û hewalgiriya Denmarkê de hatiye gotin ku divê Denmark wan gefên sîxurî ji ser xwe bide alî ku bi taybetî jî behsa metirsiya sîxuriya rejîma Îranê hatiye kirin.