Cîhan
Derecî: Iraqê dest bi çêkirina 2 cureyên dronan kiriye
PeyamaKurd – Serokê Desteya Pîşesaziya Leşkerî ya Iraqê Mihemed Sahib Derecî di hevpeyvînekê de diyar kir, Iraqê dest bi çêkirina 2 cureyên dronan kiriye.
Derecî di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona fermî ya Iraqê re da zanîn: “Me dest bi çêkirina du cureyên dronan kiriye û erkên wan dronan tenê çavdêrî ye.”
Herwiha eşkere kir, dronên Iraqî çavdêriya sînorê Iraq-Sûriyê, xetên enerjiyê û boriyên petrolê dikin û diyar kir, ew balonên çavdêriyê yên pir bilind jî çêdikin.
Herî dawî Derecî eşkere kir, dron û balonên çavdêriyê bi hevkariya sektora taybet tên çêkirin, ji ber ku budceya Rêveberiya Pîşesaziya Leşkerî “sifir” e.