Cîhan
Di 2 êrîsên bombeyî de 6 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li payîtext Magadîşoyê li devera Yaqşîdê, hinek kes ber destê êvarê xwaringehekî kirin hedef û di encama teqînê de 3 kes di xwaringehê de mirin û gelek kes birîndar bûn.
Rêvebirê polîsên Yaqşîdê Abdîfeah Hesen ragihand ku birîndaran birine nexweşxanê û heya niha ti rêxistinekî êrîşê negirtiye aliyê xwe.
Li aliyê dinê li dora nîvro li devera Daynîlê di teqînekî de yek ji îstîxbaratê û 2 kes ji asayîşê hatine kuştin. Di derbarê qewimandinê de agahiyên hûr nehatin dayîn.