TR KU SO
FB X
Cîhan

Di encama 31 operasyonan de herî kêm 92 Hûsî hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 22:16

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ragihand ku artêşa Yemenê bi piştgiriya eşîran di encama operasyonekê de herê kêm 92 Hûsiyên Îran piştgiriya wan dike li bajarê Mearibê kuştin.

Hevpeymaniya Erebî li Yemenê da xuyakirin, di encama êrîşên li dijî bakur, başûr û rojavayê bajarê Mearibê de zêdetirî 92 Hûsî di 31 oparasyonan de hatine kuştin.

Herwiha medya Erebistana Siûdî jî ragihandiye ku 16 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û 92 endamên Hûsiyan li başûrê Mearibê û Kesare ya li rojavayê bajêr hatine kuştin.

Hûsiyan jî dabû xuyakirin ku 3 rêveberên wan hatine kuştin.

Parve bike: