Cîhan
Di êrîsa DAISê de 3 sivîl hatin kustin û 4 polîs jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê ya li bakurê bajarê Baqûbe de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan derengê şeva borî li gundê Ebare yê li bakurê Baqûbe, bombeyeke çandî di barhilgirekê de teqiya û rema xelk û hêzên ewlehiyê li cihê teqînê kom bûn jî çekdarên DAIŞê bi nîşangiran gule li ser wan reşandin.
Hat zanîn ku di encama gulebaranê de, 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn ku di nava wan efserekî bi pileya Eqîd jî heye.