TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa Îsraîlê de 2 endamên Hizbullahê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 25 sibat 2024 18:18
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di êrîşeke Îsraîlê ya li nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê de, 2 endamên Hizbullaha Lubnanê hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin, artêşa Îsraîlê îro Yekşemê danê sibehê bi moşekan li nêzî sînorê Lubnanê qemyonek kiriye armanc û di êrîşê de 2 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Hatiye diyarkirin ku bûyer li çoltera navbera Şam û Hûmsê rû daye û du endamên Hizbullahê yên Lubnanî can dane.

SOHR, beriya niha jî ragihandibû ku roja çarşema borî dîsa di êrîşeke Îsraîlê ya ser Sûriyê de, 2 endamên Hizbullahê jî di nav de 8 kes hatine kuştin.
 
Parve bike: