TR KU SO
FB X
Cîhan

Di kana zêr de hezaz çêbû: 15 mirî, 25 winda

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 îlon 2024 20:02

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê di kana zêr a bi qaçaxî zêr derdixist de, hezaz çêbû.

Hate ragihandin ku li eyaleta Rojavayê Sumatra ya Endonezyayê li bajarê Solokê di kaneke zêr a bi qaçaxî kar dikir de, hezaz çêbû.

Li gorî zanyariyan, gelek tîmên tenduristî û rizgarkirinê bo kana zêr hatin veguhestin.

Li gorî ragihandina Berpirsê Yekîneya Karesatan a Solokê Irwan Effendi, di hezaza kana zêr de 15 kes mirine û 3 jî birîndar bûne. Herwiha hate diyarkirin ku agahî ji 25 kesan jî nayê wergirtin ango aqubeta wan nayê zanîn.

Parve bike: