Cîhan
Di nav karwana hêzên Amerîkî de wesayîtek hat teqandin
PeyamaKurd – Li bajarê Logar ê bakurê Afganistanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dijî hêzên Amerîkî hat kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê wesayîta bombebarkirî di nav karwana hêzên leşkerî de hatiye teqandin ku ziyaneke mezin daye.
Ajansa Pajhwok a Afganî ragihand ku 4 leşkerên Hêzên Çekdar ên Afganistanê yên di nav karwana Amerîkî de bûn can dane û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.
Hêj aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye û artêşa Amerîkayê jî derbarê bûyerê de ti agahiyên fermî belav nekirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber êrîşa 5ê Îlonê ya li dijî hêzên Amerîkî danûstandina di navbera Amerîka û Talîbanê de hilweşandibû ku gotûbêjan Kanûna 2018an dest pê kiribû.