Cîhan
Di navbera Blinken û Çavusoglu de yekem hevdîtina rûbirû pêk hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civîna Wezîrên Derve yên endamên NATOyê ya li Brukselê de, ji destpêka rêveberiya Joe Biden ve cara yekem wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê rûbirû hevdîtin pêk anîn.
Li gorî zanyariyan di hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hemkarê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu de, mijarên Sûriye, Libya, Rojhilatê Derya Spî, moşên S-400 ên rûsî gotûbêj kirin.
Herwiha li gorî ragihandina medya Tirk Çavuşoglu daxwazên xwe yên bo têkoşîna dijî PKK û FETOyê jî ji Amerîkayê kirin.
Hat ragihandin ku Blinken ji ber pêşniyara civîna aliyên Afganistanê li Stenbolê jî spasiya Çavuşoglu kiriye.