Cîhan
Di navbera çekdarên Muxalefeta Sûriyê de ser derket!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li bajarê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê, ji ber dizî û talankirina malên Kurdan, di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê de şer derketiye.
Li Efrînê li Meydana Kawa di navbera çekdarê El-Muhtesîm û El-Hamza de şer derket.
Di derbarê bûyerê de Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS), daxuyaniyek da û îdda kir ku her du alî di parvekirina xaniyekî de li hev nekirine û ji ber vê yekê di navbera wan de şer deketiye.
Hat ragihandin ku berî niha jî gelek caran çekdarên opozîsyonê li ser dijî û talanê bi hev re şer kirine û di nava wan de gelek birîndar çêbûne.