Cîhan
Di navbera YPGê û opozîsyonê de ser derket!
PeyamaKurd- Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin ku li Bakurê Sûriyê di navbera wan û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê de şer derketiye.
Hat ragihandin ku îro sibehê li nêzîkî Helebê li herêma Şêx Îsa di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad a Sûriyê de şer derketiye.
Li herêmê di van demên dawî de gelek caran di navbera her du aliyan de şer derdiket. Di derbarê kuştî û birîndaran de heta niha tu daxuyanî nehatine kirin.
Navçeya Marê ya ku li Bakurê Helebê dikeve, niha di bin qontrola çekdarên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne destekkirin de ye.