TR KU SO
FB X
Cîhan

Di operasyona ser DHKP-C û MLKP de 8 kes bûn zîndanî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 sibat 2024 22:05

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê di bin serpereştiya serdozgerê bajêr de tîmên îstîxbarata alaya cendirmeyan û MİTê bi hevre operasyon kirin ser endamên rêxistinên DHKP-C û MLKPê. Di operasyonê de 27 gumanbar hatin binçavkirin û dema wan derxistin dadgehê, dadgeh 7 ji wan şand zîndanê, 6 kesan serbest berdan û 14 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Hêzên navborî li 3 kesên din digerin.

Her çendîn navenda operasyonê Îzmîre jî operasyon wekî din li bajarên Îstanbol, Tekirdağ, Samsun, Mersin, Malatya, Manisa, Diyarbekir û Hatayê hat kirin.

Kesênhatine binçavkirin niha tenê gumanbarin û di encama darizandinê de wê babeta wan bê zanîn.

Parve bike: