TR KU SO
FB X
Cîhan

Di operasyonekê de 40 çekdarên DAISê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 sibat 2025 21:29

PeyamaKurd – Berpirsên welatê Somaliyê ragihandin ku 40 çekdarên DAIŞê di operasyoneke leşkerî de li eyaleta Puntland a li çiyayên El Meskad a li parêzgeha Barî ya dikeve bakurê rojhilatê Somaliyê, hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Somaliyê (SONNA) eşkere kir, piraniya kesên ku di operasyona leşkerî de hatine kuştin, çekdarên biyanî yên di nava refên DAIŞê de ne.

Herwiha ajansê diyar kir ku hêzên Somaliyê devera operasyonê bi temamî kontrol kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, polîsên Somaliyê duh jî 2 berpirsên DAIŞê girtibûn.

Parve bike: