Cîhan
Di pevçûna zîndana li Tehranê de 8 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Îranê li payîtext Tehranê di zîndana bi navê Evîn de, di navbera mehkûman û gardiyanan de pevçûn derket. Li gor ragihandina ajansa IRNA yê; di navbera gardiyan û mehkûmên adî de pevçûn derketiye û di encamê de herî kêm 8 kes birîndar bûne.
Zîndan, bi girtiyên siyasî tê nasîn lê mehkûmên adî agir berdane depoya kincan û li gor medya civakî; ji zîndanê dengê sîlihan û teqînan hatiye.
Hat ragihandin ku tedbîrên dora zîndanê yên asayîşê zê de kirine.