Di roja hilbijartinê de 36 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Li Efganîstanê di roja hilbijartinên giştî de herî kêm 36 kes hatin kuştin. Hilbijartin wê îro jî dewamm bike.
Piştî demeke dirêj Efganîstan hewl dide ku hilbijartinekê pêk bîne. Duh li Efganîstanê hilbijartinên giştî hatin kirin. Lê belê hilbijartin di rewşeke aram de derbas nebûn. Li gelek bajaran êrîşên çekdarî pêk hatin. Ji xeynî vê jî gelek pirsgirêkên teknîkî derketin. Ji ber vê yekê bi sedan navendên dengdayînê nehatine vekirin. Êdî ji bo ku hilbijartin were temamkirin, Komîsyona Hilbijartinê ya Efganîstanê ragihand ku îro jî dengdayîn wê werin dewamkirin.
Li gorî agahiyên dawî, ji duh heta niha, di encamên êrîşên Talîbanê de piraniya wan kesên sivîl herî kêm 36 kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar hene.
Berî hilbijartinê, Talîbanê daxuyaniyek dabû ku ew nahêlin hilbijartin were kirin.
Li Efganîstanê di hilbijartinên giştî de 2500 namzet ji bo 249 kursiyan têkoşînê dikin.