TR KU SO
FB X
Cîhan

"Di rojeva me de îstifa yan jî kongre tuneye"

📅 29 hezîran 2018 03:58

PeyamaKurd - Berdevkê CHPê Bulent Tezcan li ser îdîayên îstîfayê got:  "Di rojeva me de îstifa yan jî kongre tuneye."

Piştî encamên hilbijartinan ku CHPê kêm deng wergirtin, hin derdorên partiyê daxwaz kirin ku Kemal Kiliçdaroglu îstîfa bike.

Lê do Muharrem Înce jî ragihand ku divê tu kes îstîfa nekin û herkes li cihê xwe bimîne.

Herwiha li ser gotinên Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû: “Min bi musteşarê xwe re ji parêzgeran re talîmat şand; Di merasîma cenazeyên şehîdan de ji niha û pêve serokên rêxistinên CHPê li protokolê qebûl nekin. Evqas hêsan e. Navnîşana ku ew ê herinê heye, cenazeyên endamên PKKê.”  Bulent Tezcan bertek nîşan da û wiha got: “Wezîrekî Karên Navxweyî yê cudakar heye, Wezîrekî Karên Navxweyî ku civakê ber bi pevçûnê ve kaş dike heye. Divê derhal îstifa bike.” ,

Parve bike: