TR KU SO
FB X
Cîhan

Di ser de 13 çete hatin kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 10 îlon 2021 03:39

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li ser sînorê Amerîkayê, li eyaleta Tamaulipasê li bajarê Nuevo Laredoyê bi sedema serokê çeteyan hat binçavkirin bûyer derketin. Di bûyerê de 13 endamên çeteyan hatin kuştin û leşkerekî birîndar bû.

Rêvebir ragihandin ku kesên çekdar unîformayên leşkerî li xwe kiribûn û bi 20 alavên zirxî êrîşê leşkerên artêşê kirine lê bi xêra hêzên destekê karibûne êrîşan bidin rawestandin. Di encama şer de 3 kes hatine binçavkirin.

Serokê çeteyan yê bi laqaba ‘El Cadet’ ku esas navê wî Martin Rodriguez Barbosa ye, di 6 ê êlûnê de bi operasyona polîsan hatibû binçavkirin.

Parve bike: