Cîhan
Di serê etnîkî de 10 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Nîjerya li eyaleta Ogunê di navbera du grûbên etnîkî de şer derket û deh kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor çapemeniya Nîjeryayê; li eyaleta Ogunê, li devera Sagamûyê di navbera grûbên bi navên Elepe û Epe de şer derket.
Di dema şer de agir berra gelek xaniyan dan. Piraniya şerê di navbera etnîsîteyan de dertên, li ser parvekirina çavkaniyên xwezayiye ku li ser wan lihev nakin û di navbera wan de şer dertê.