Cîhan
Di teqîna Êzazê de herî kêm 10 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarokê Seco yê girêdayî navçeya Ezazê otomobîleke bombebarkirî hate teqandin.
Hat ragihandin ku şeva borî otomobîleke bombebarkirî li sûka zebzeyan a bajarokê Seco yê Ezazê çêbû.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gorî agahiyan herî kêm 10 kes birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.
Herwiha hin çavkaniyên medyayî diyar dikin ku di encama teqînê de hejmarek kuştî jî çêbûne.