TR KU SO
FB X
Cîhan

Dîmenên nû yên reva malbatên DAIŞê ji Kampa Holê belav bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2026 14:38

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku reva malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ku ketiye bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê berdewam dike.

Di dîmeneke nû ya hatiye belavkirin de, xuya dibe ku malbatên DAIŞê ji kampê direvin.

Dîmen nîşan didin ku bi dehan malbatên DAIŞê ji kampê direvin bêyî ti tedbîrên ewlehiyê hebin.

Li gorî dîmenan malbat bi eşkereyî ji kampê derdikevin, bêyî ku ti hêzeke parastinê hebe.

Çavkankniyên rêxistinên mirovî û şahidan ji AFPê re gotine, piştî vekişîna HSDê piraniya malbatên DAIŞê yên ji neteweyên biyanî ji kampê derketine.

Li kampa Holê nêzî 24 hezar kes ku derdora 15 hezar ji wan sûriyeyî hebûn. Zêdetirî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî yên ji 41 welatan di kampê de hebûn.

Piraniya welatan ne dixwestin van malbatên DAIŞî vegerînin welatê xwe.

Parve bike: