TR KU SO
FB X
Cîhan

Dîplomatên Çîn ê û Amerîkayê li Îswîçre hevdîtin kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2021 01:59

PeyamaKurd – Dîplomatên Çînê û Amerîkayê li Îswîçre di asta bilind de hevdîtin kirin. Ji Amerîkayê şêwirmendê ewlehiya netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan û ji Çîne ji Partiya Komunîst endamê navendî û hem serokê komîta têkiliyên derve Yang Cieçı li Îswîçre li bajarê Zurîhê civiyan û li ser têkiliyên her dû dewletan axifîn.

Li gor ragihandina Koşka Sipî ya nivîskî; serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê Şi Cinping'in di 9 ê êlûnê de di hevdîtina xwe de, rêya danîna têkiliyan vekirî hiştibûn û hevdîtina niha ya di navbera Sullivan û Yang de, di wê çarçoveyê de çêbû.

Di hevdîtinê de Sullivan ji bo çareseriya pirsgirêkên navdewletî û di têkiliyên du alî de, di mijara rêvebirina rîskan de sehayên ku Çîn û Amerîka dikarin bi hevre bixebitin xiste rojevê.

Sullivan di hevdîtina xwe de her weha behsa mafên mirovan, herêma otonom ya Ûygûr, Hong Kong, Derya başûr ya Çînê û Taywanê de endîşeyên Amerîkayê kiriye. Koşka Sipî weha got:

“Sullivan, bi hevkarên me re, di veberhênana hêza netewî de dewam dike û hem bi hevkaran re xebata xwe dewam dike û hem ji bo reqabetekî bi berpirsiyar ya bi Çînê re, bi zelalî ragihand ku wê di asta bilind de bi Çînê re hevdîtinan bide dewam kirin.”

Parve bike: