Cîhan
Dîroka hevdîtina duyem a bi Ocalan re diyar bû: Sanda Îmralî serlêdanê dike
PeyamaKurd – Şanda DEM Partiyê ya ku 28ê Kanûna 2024an serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re civiyabû, wê cara duyem serdana wî bike.
Şanda ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Suriyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, roja duşemê wê serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê bike daku hevdîtinê ligel Ocalan pêk bînin.
Şandeyê ragihand ku dîroka hevdîtinê hatiye diyarkirin û lewma jî ew dê sibe duşemê serlêdanê li Wezareta Dadê bikin.
Hate gotin ku heyet çaverê ye di demeke kurt de wê serdanê pêk bîne.