Dozgeriya tirk biryar da: Ergenekon ne rêxistina terorî ye
PeyamaKurd - Piştî ku doza Ergenekonê ku dema alîgirên Fethullah Gulen (FETO) li ser kar bûn, bi dehan fermandar û leşkerên artêşa Tirkiyê ji wê dozê hatibûn girtin, doza Ergenekonê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin daku darizandin nûjen bibe.
Li ser vê biryara Dadgeha Bilind doza Ergenekonê ji nû ve nirxand û ji bo wê doza ku 235 kes tê de dihatin darizandin doznameyek amade kir.Di doznameya dozgeriyê de hat gotin, nehatiye îsbatkirin ku Ergenekon rêxistineke terorîst e, lê ji bo 26 gumanbaran jî ceza hat xwestin.
Hêjayî gotinê ye, gelek ji wan fermandarên di doza Ergenekonê de dihatin darizandin, salên 1990an li Bakurê Kurdistanê kar kiribûn û tiliya wan di kuştinên wekî failê wan nediyar de jî hebû. Lê belê ew dema dadgerên FETOyê bi hincetan çêkirina plana kotedaya hilweşandina hikûmeta Tirkiyê dihatin dadgehkirin.