DYA: Em bi gotinên Netanyahu hêsiyan
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ragihandinê yê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, "Li gorî piştgiriya ku me ji hikûmeta Îsraîlê re kiriye û em ê bi berdewamî bikin, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) em ji gotinên Serokwezîr Benyamin Netanyahu hêşiyan û ji bo me cihê mixabiniyê bûn."
John Kirby, di derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ya ku duh bi ser hesabê xwe ya medyaya civakî bi vîdeoyê angaştibû ku "DYA alîkariya çekan a ji Îsraîlê re rawestandiye" de diyar kir ku DYA, ji hemû welatan zêdetir piştgirî dide Îsraîlê û got "Em ji vîdyoya Netanyahu bêhêvî bûn."
Kirby destnîşan kir ku piştgiriya DYAyê ya ji bo Îsraîlê wê bidome û wiha got: "Li gor piştgiriya ku me ji Serokwezîr Netanyahu re da û em ê bidin, em van gotinan bi êş û mixabinî pêşwazî dikin."
Kirby da zanîn ku pêwîste bê pirsîn; "Gelo çima Netanyahu vê daxuyaniyê da?" û dûpat kir ku gotinên wî yên di vîdyoyê de ne rast in.
Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, di derbarê şandina çek û cebilxaneyên ji aliyê DYAyê ve ji bo Îsraîlê têne şandin de nirxandinek kiribû.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya vîdeoyî de wiha got: "Bi şertê şandina çek û cebilxaneyên ku di şer de hewcedariya Îsraîlê pê heye bê şandin, ez amade me ku hêrişên li ser şexsê xwe ragirim."