TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA, li Pasîfîkê û Karayîpê li tekneyên maddên hişbir hildigrtin, xist

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 sibat 2026 00:05

PeyamaKurd – Fermandariya seha Başûr ya DYAyê (SOUTHCOM) li Pasifika Rojhilat û li Karayîpan bi sedema ku tekne maddeyên hişbir hilgirtine an ew karî dikin, li sê tekneyan xist û di encama êrîşan de 11 kes mirin.

SOUTHCOM, di ser hesabê xwe yê platforma Xê de ragihandina xwe kir. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Îstîxbarata wan tesbît kiriye ku keştî an tekne, karên firotina maddeyên hişbir dikirin û dîmenên wan belav  kirin.

Lêdana tekne an keştiyan ya raste rast di asta navdewletî de bû sedema rexneyan ku goya bê îfadan bigrin Amerîka (DYA) kuştinê dike.

Parve bike: