Cîhan
Ekrem Îmamoglû ji peywirê hat dûrxistin
PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarên Şîşli û Beylîkduzuyê ji peywirê hatin dûrxistin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Beylikduzuyê Murat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku ji bo Şaredariya Şîşliyê qeyûm hat tayînkirin.