TR KU SO
FB X
Cîhan

Elon Musk serdana Kampa Auschwitz a Cihûyan kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2024 19:05

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku pêşnûmakarê bi nav û deng Elon Musk serdana Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitzê kir.

Medyaya Alman da zanîn ku Elon Musk, di çarçoveya konferansa ku ji aliyê Yekîtiya Cihûyên Ewropayê (EJA) ve hatiye lidarxistin de li Krakovê, li Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitzê geriya û di derbarê kampê de ji rayedarên EJAyê agahiyan wergirt.

Rêveberiya dîktatorê Alman Adolf Hitler, di navbera salên 1939-1945’an de cihû, rom, almanên dij-nazîst, astengdar, girtiyên şer, polonî û pêkhateyên slav jî di nav de bi mîlyonan mirovan bi awayekî sîstematîk qetil kir.

Tê diyarkirin ku hejmara Cihûyên ku di 2. Şerê Cîhanê de bûne qurbaniyên qirkirinê 6 milyon e.

beşek piçûk ji cihûyên ku ji bo kuştinê li Kampa Komkirinê ya Cihûyan a Auschwitz hatibûn girtin, di 27ê Çileya 1945an de ji aliyê leşkerên Artêşa Sor a Yekîtiya Sovyetan ve hatibûn rizgarkirin.

Tê payîn ku li Kampa Auschwitz ku wek sembola qirkirina Cihûyan tê nasîn, bi qasî 1,1 mîlyon mirov hatine kuştin.

Parve bike: