Cîhan
Erdhejek tirsnak li Muglayê çêbû!
PeyamaKurd - Erdhejek bi şîddeta 4.5 pileyî li peravên navçeya Ortaca ya Muglayê li Deryaya Spî saet 5:45ê sibê qewimî.
Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD) ve hatî weşandin, erdhejek bi şîddeta 4.5 pileyî li peravên navçeya Ortaca ya Muglayê saet 5:45ê sibê qewimî.
Kûrahiya erdhejê wekî 34.46 kîlometre hat ragihandin. Erdheja li Deryaya Spî 20 kîlometre dûrî navçeya Ortacayê çêbû.
Erdhej li navçeyên derdorê jî hat hîskirin.