Cîhan
Erdogan bi sanda HUDA PARê re civiya
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 5ê Mijdarê li Koşka Serokomariyê pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Cîgirê Serokê Giştî û Parlamenterê Dîlokê yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî amade bûn.
Derbarê naveroka hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hate kirin de, ti agahî nehatin belavkirin.