TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan careke din êrisî HDPê kir

📅 26 gulan 2018 23:54

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan careke din êrişî HDPê kir û got: "Li Ewropayê ew rêvebiriyên ku ji bo HDPya mîna hêza pêşeng a YPGyê, PKKya rêxistina terorê ye bikaribe li meydanan mitîngê bike li wan deran destûrê nadin AK Partiyê û cih nadin."

Erdogan li Erziroma Tirkiyê axivî û wek her carê êrişî Kurdan kir.

Ji ber ku Almanyayê destûr da HDP mitîngan bike Erdogan diyar kir ku li Ewropayê destûrê nadin ku AK Partî mitîngan çêke û wiha axivî: "Li Ewropayê ew rêvebiriyên ku ji bo HDPya mîna hêza pêşeng a YPGyê, PKKya rêxistina terorê ye bikaribe li meydanan mitîngê bike li wan deran destûrê nadin AK Partiyê û cih nadin Ew dibêjin 'em çiqas rê li wan bigirin ewqas kar e' Hûn bixwazin jî nexwazin jî Bosna Hersekê têrî we kir. Niha jî vaye em li Erziromê ne, dadaş besî we ne."

Parve bike: