TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Em neçar in operasyona rojhilatê pêk bînin

📅 05 cotmeh 2019 15:33

PeyamaKurd -  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “em neçar in operasyona rojhilatê pêk bînin” û ragihand ku dibe tavilê li dijî rojhilatê Firatê operasyonek pêk were.

Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan li Enqerê derbarê êrişeke li dijî Rojayavê Kurdistanê û herêma ewle axivî û got ku operasyon gelek nêzik e û amaje kir ku ew neçar in wê operasyonê pêk bînin.

HERÊMA EWLE YA SÛRIYÊ

Serokomarê tirk Erdogan derbarê nîqaşên herêma ewle de jî axivî û îdia kir ku herêma ewle ji bo vegera xelkê sûriyeyî bo herêmê ye:

“Ji bo vegera xelkê Sûriyeyî herêma ewle baştirîn rêya maqûl û însanî ye. Me ev yek li herêmên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê de jî dît. Bo van herêmên piçûk bi qasî 360 hezar Sûriyeyî vegeriyan. Armanca me ew ku 2 kesan li herêmê bi cî bikin.”

ÊRIŞEKE MUHTEMEL A LI DIJÎ ROJHILARÊ FIRATÊ

Erdogan derbarê êrişeke muhtemel a li dijî rojayavê Kurdistanê axivî û got ku operasyon gelek nêzik e. Erdogan wisa axivî:

 “Me amadekariyên xwe kirine û fermanê pêwîst dane. Ji bo rê li ber planên me yên aştiye vebe em neçar in ku wê operasyonê pêk bînin, di demeke herî nêzîk de, îro yan jî sibe. Em dê hem ji bejahiyê û hem jî esmanî ve vê operasyonê pêk bînin.” dibe ku operasyon gelek nêzik e 

Parve bike: