Cîhan
Erdogan: Ewropa sîretan dike, lê divê NATO gavên bibiryar bavêje!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser helwesta NATO û welatên Ewropayê ya li hemberî êrîşa Rûsyayê welatên Ewropayê û NATO rexne kir û got, tenê şîretan li Ûkraynayê dikin, divê NATO gavên bibiryar bavêje.
Erdogan îro 25ê Sibatê piştî nimêja Înê li ser êrîşa Rûsyayê ya dagirkirina Ûkraynayê bersiva rojnamevanan da û bal kişand ser lutkeya îro ya NATOyê û got, “Divê NATO gaveke bibiryar bavêje.”
Erdogan herwiha got ku bi şîretan nagihin ti tiştekî û divê tenê şermezarkirinê nemînin.